NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî wêneyên ku li ser torên medyaya dîjîtal hatine parvekirin, îro li Zanîngeha Amir Kebîr, Zanîngeha Tehran Beheştî, Zanîngeha Xeceh Amirî û Zanîngeha Şerîf bi dirûşmeyên wekî “Jin, jiyan, azadî” û “Mirin ji bo dîktator” xwepêşandan hatin lidarxistin. Lêbelê, wekî her car, hêzên rejîmê bi tundî mudaxeleyî xwepêşanderan kirin.
Xwendekarên zanîngehê ji bo hevgirtina xwendekarên ku di xwepêşandanên li bajarên Kurdan û li seranserê Îranê de hatine kuştin û girtin, dest bi xwepêşandanê kirin.
Xwepêşandanên li zanîngehan roja Şemiyê, 21ê Sibatê, dest pê kirin. Di dema xwepêşandanan de di navbera xwepêşanderan û hêzên Basîj ên paramîlîter ên Îranê de pevçûn çêbûn.

