KOBANÊ – Li Kobanê alîkariya mirovî yê ku li Başûrê Kurdistanê hatiyê komkirin, ji aliye endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê dabeş kirin, da ku li gelê xizan û bi taybetî li gelê koçber were belavkirin.
Ev bûn 35 roj ku Kobanê di bin dorpêçê de ye, di encama êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hikûmeta Şamê. Gelek gundiyan, ji ber dagirkirina gundan ji aliyê komên çeteyan ve, li bajar koçber bûn. Her wiha, koçberên Efrîn û Girê Spî û gelê kurd ê Reqa û Tebqa jî di Kobanê de hene.

