Close Menu
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Ewropa
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Çand, Hûner û Spor
    • Enternasyonal
    • Xwendekar
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Bîranîna Sehîd
  • Hemû Nûçe
  • Kurmancî
    • Türkçe
    • Kurmancî
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram
24/02/2026
  • Türkçe
  • Kurmancî
[email protected]
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram TikTok
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
Ser Rûpel»Kûr Bûyin»Daxuyanî»KCK’ê ji bo M. Emîn Bozarslan Peyama Sersaxiyê Weşand

KCK’ê ji bo M. Emîn Bozarslan Peyama Sersaxiyê Weşand

11/02/2026

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Gelê Kurd wê têkoşîn û karê hêja yê M. Emîn Bozarslan ti carî ji bîr neke. Bila serê gelê me yê welatparêz, rewşenbîrên Kurd, dost, malbat û xizmên wî sax be.”

Peyama sersaxiyê ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Bi xemgînî em pê hesiyan ku lêkolîner û nivîskarê hêja rewşenbîrê welatparêz ê Kurd M. Emîn Bozarslan jiyana xwe ji dest da. Bila serê malbat û xizmên wî, hemû dost û hezkiriyên wî, rewşenbîrênw Kurd û gelê Kurd ê welatparêz sax be.

M. Emîn Bozarslan bi têkoşîn û karên xwe yên hêja xizmeteke mezin ji gelê Kurd re kir, kesayetekî welatparêz, gelparêz û rewşenbîr bû. Li ser wêje, dîrok û zimanê gelê Kurd xebitî ku tinebûn li ser tê ferzkirin û tine tê hesibandin. Bi afirandina berheman ji aliyê hînbûna wêje, dîrok û ziman ve û afirandina hişmendiya civakî û neteweyî tevkarieyke mezin ji bo gelê Kurd kir. Di gelek qadan de gavên destpêkê avêt û kar kir. Bi taybetî ciwanên Kurd bi berhemên rewşenbîrên hêja yên weke wî mezin bûn, firsend dîtin ku ziman, çand û dîroka xwe hîn bibin. Bêguman ev hişmendî û danhevî ber bi têkoşîna azadiyê ve jî herikî û têkoşîn xurt kir. Ev yek ji bo gelê me ku ji bo hebûn û azadiyê têdikoşe, xwedî wateyeke mezin e. Ji ber vê yekê gelê me keda hunermend, nivîskar û rewşenbîrên hêja yên weke M. Emîn Bozarslan her tim silav kiriye.

M. Emîn Bozarslan ê hêja li gel karên xwe yên nivîskî her tim di nava têkoşînê de bû. Weke gelek rewşenbîr û nivîskaran wî jî şahidî ji zilma sîstema qirker û înkarê re kiribû, hatibû binçavkirin, girtin, êşkence dîtibû. Herî dawî neçar mabû ku biçe sirgûnê. Lê belê dest ji sekna xwe ya azadiyê berneda û bû mirov û rewşenbîrekî têkoşînê yê rasteqîn û di jiyana xwe de ev yek temsîl kir.

Ji ber tevkariyên wî yên hêja bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em spasiya wî dikin û li pêşberî têkoşîna wî bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Gelê Kurd wê karên hêja û têkoşîna M. Emîn Bozarslan ê hêja ti carî ji bîr neke. Em careke din sersaxiyê ji gelê me yê welatparêz, rewşenbîrên Kurd, dost, malbat û xizmên wî re dixwazin.”

Parve bike. Facebook Twitter Pinterest Telegram Bluesky Reddit WhatsApp Threads Copy Link
Gotara paşîNasnameyên 2 Şehîdên QSD’ê Hatin Aşkerakirin
Gotara pêşî Ciwan Li Dêrikê Perwerdehiya Çekan Li Ser bingeha Xweparastinê Distînin

Nivîsên Têkildar

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026 Çalakî

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026 Ciwan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên Bi Vî Rengî Xizmeta Aramiya Iraqê Nakin

23/02/2026 Başûr
YÊN HERÎ ZÊDE HATIN XWENDIN
Daxuyanî

KCK: Rapor Xwedî Gelek Şaştiyên Bingehîn û Kêmasiyan e

22/02/2026

BEHDÎNAN – KCK’ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got:”Rapor xwedî…

Hêviyên Heval Viyan Di Dil û Mêjiyê Me De Olan Dide

21/02/2026

Ciwanên Til Temir’ê Peyamek Zelal Dişînin: “Îradeya me ji bo Civakeke Demokratîk e, Biratiya Gelan Nayê Têkbirin”

23/02/2026

QSD’ê Nasnameyên 9 Şehîdan Aşkera Kirin

22/02/2026
NÛÇEYÊN DAWÎ

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê Şehîd Bû Hat Ragihandin

23/02/2026

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026

Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Ya Enqereyê Li Dijî Dorpêçkirin û Êrîşên Li Ser Rojava Daxuyaniyek Belav Kir

23/02/2026
Copyright © 2026 Nûçe Ciwan. Hemû maf parastî ne
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.