Close Menu
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Ewropa
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Çand, Hûner û Spor
    • Enternasyonal
    • Xwendekar
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Bîranîna Sehîd
  • Hemû Nûçe
  • Kurmancî
    • Türkçe
    • Kurmancî
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram
24/02/2026
  • Türkçe
  • Kurmancî
[email protected]
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram TikTok
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
Ser Rûpel»Kûr Bûyin»Daxuyanî»KNK: Bikaranîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî Erka Mirovî û Neteweyî ye

KNK: Bikaranîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî Erka Mirovî û Neteweyî ye

20/02/2026

BRÜKSEL – Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ziman ne tenê amûrek axaftinê ye, lê di heman demê de xezîneyek çand, dîrok, nasname û ramana her neteweyekê ye. Parastin û pêşvebirina zimanê dayikê erkê sereke yê her kes û komekê ye ji bo mayîna wê. Ji ber ku dema zimanek neyê parastin û bê paşguhkirin, ew ziman dimire û bi wê re dîrok û çanda wî gelî jî dimire.”

‘PARASTINA ZIMAN NE MIJAREKE AKADEMÎK E, PARASTINA NETWEYÎ Û HEBÛNÊ YE’

KNK’ê got, “Ji bo me Kurdan, zimanê Kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) sitûna herî girîng a ku neteweya Kurd digire ye. Ji ber vê yekê, parastina ziman ne tenê ji bo me mijarek akademîk e, belku mijarek neteweyî û parastina hebûna me ye. Armanca sereke ya vê rojê ne tenê şahî gêran û pîrozkirin e, lê di heman demê de çend peyamên girîng jî hene:

– Parastina pirrengiya çandî, bi wateya zimanê her gelî pencereyek be ji bo ku tê re bibîne, xwe nas bike û bi cîhanê re bibe aşina û nêrîna cîhanbîniyê fam bike.

– Tekez kirin, têkoşîn û teşwîqkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê hêz û şiyan dide avakirina kesayetiya takekesiya wî gelî.

– Nasîn û pejirandina kom, gel û neteweyên cuda û rêzgirtina hevbeş.”

‘AXAFTINA BI ZIMANÊ SERDEST LI NAVA MALBATÊ XETERIYA TINEBÛN Û BIŞAFTINÊ BI XWE RE TÎNE’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zimanê Kurdî hîn jî di bin xetereya tunebûn û bişavtinê de ye û hate gotin, “Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê welêt pir belav e. Ya ku dibe sedema vê xetereyê ev e ku Kurdî di jiyana rojane de di nav endamên malbat û civakê de kêm caran wekî zimanê dayikê tê bikar anîn û bêtir zimanê serdest tê bikaranîn. Ya herî xeternak ew e ku zimanê kurdî di pêvajoya perwerdehiyê de cihê xwe nedîtiye.

Di proseya xebat û tekoşîna xwe ya neteweyî de, Kurdan her gav bala xwe dane mijara ziman wekî qad û çeperê parastin û jiyanê. Ev qad û çeper jî pêdivî bêtir bi xurt û hêzkirinê heye. Ji ber vê yekê, pêşvebirina hebûn û mayîndebûna Kurdan wekî neteweyekî zindî bi hemû reseniya xwe, her çendî reh di dilê kesayetiya Kurdan de bi giştî bête çandin, ewqas kêm e.”

REWŞA ZIMANÊ KURDÎ LI HER BEŞÊN KURDISTANÊ

Têkildarî mijarê rewşa her beşên Kurdistanê û derveyî welat di daxuyaniya KNK’ê de bi vî rengî hate nirxandin:

“Li başûrê Kurdistanê ev heyamek dirêj e, saziyên fermî hene û zimanê kurdî di destûra Iraqê de hatiye nasîn. Dîsa ji ber nebûna siyaseta zimanî û planeke peyt û mikum rewşa zimanê Kurdî gelekî şipirze û rûbirûyê astengiyan de ye. Lewma pêwîste Hikûmeta herêma Kurdistanê (başûr) bi cidî û giringî van astengiyan rake û ji bo rêxistinkirin û sazûmankirina kanalên ziman û perwerdeyê bixebite.

Ji aliyekî din ve, divê bi berpirsiyarî asta xirab a zimanê kurdî di medyaya fermî, partîyên siyasî û nefermî ya li başûrê Kurdistanê de kontrol bike û bişopîne û wan bi awayekî rêber bike.

Rojavayê Kurdistanê îro li hember vê rewşa hestiyar a li Sûriyeyê û guhertinên wê, ku bi şanazî ve xwedî îradeyek xurt e, nemaze di mijara parastin û berxwedana neteweyî û ezmûna salên xweseriyê de. Li kêleka pirsgirêkên siyasî û civakî, divê pirsgirêkên çandî û neteweyî, di nav de zimanê Kurdî û proseya perwerdehiyê, di destûrek daîmî de werin bicihkirin û zimanê Kurdî divê bibe zimanê fermî yê rêveberî û perwerdeyê li Rojava.

Li herdu beşên din ên welêt, ji bilî wê yekê ku zimanê Kurdî di proseya perwerdehiyê de tune ye, zimanê Kurdî bi gelek awayan bi rêya dîn û mezheb û regez û nijadperistiya sîstem û pergala dewletnetewe û dagirkeriyê di bin gef metirsiyên mezin de ye.

Pirzaravî – devokên cuda yên zimanê Kurdî nîşan û hêza dewlemendî û reseniya wê ne. Ji ber vê, divê bê destnîşankirin ku Kurdî bi hemî devokên xwe, her yek di cih û helkevteya xwe giringî pê bêdan û were parastin û divê di proseya perwerdehiyê de were hînkirin.

Li derveyî welêt – diasporayê, ku hejmareke girîng ji Kurdan lê ne û bi nifşan bi çand û zimanê neteweyên wan welatan re tevlihev bûne û du zimanên dayikê di kesayetiya xwe de hilgirtine. Divê ew zimanê xwe yê şîrîn ê Kurdî zindî û pêş bixin û ji windabûnê biparêzin.”

‘BIKARANÎN Û PÊŞVEBIRINA ZIMANÊ KURDÎ ERKA MIROVÎ, NETEWEYÎ YA HER MIROVEKÎ KURD E’

KNK’ê di dawiya peyama xwe de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir û got, “Her sal ev roj dibe derfetek ji bo xebat û têkoşîna bêtir, da ku bala civaka navneteweyî û rêxistinên pispor di mijarên ziman û çandê de bikişîne, gef û fişar – zextên dagirkerên Kurdistanê yên li ser zimanê kurdî û zimanên pêkhateyên din yên Kurdistanê bê kişandin.

Ji bilî ku zimanê dayikê wesîleya gihandinê di navbera kesan de ye, ji bo me Kurdan nasname, hebûn û paşeroja me ye.

Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erkekê mirovî, neteweyî û niştîmanî yê her mirovekî Kurd e.”

Parve bike. Facebook Twitter Pinterest Telegram Bluesky Reddit WhatsApp Threads Copy Link
Gotara paşîNuçewanê DW yê Tirkiyeyê Hat Girtin
Gotara pêşî TJK-E dê di Navbera 1-10’ê Adarê de li Qadan be

Nivîsên Têkildar

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026 Çalakî

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026 Ciwan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên Bi Vî Rengî Xizmeta Aramiya Iraqê Nakin

23/02/2026 Başûr
YÊN HERÎ ZÊDE HATIN XWENDIN
Daxuyanî

KCK: Rapor Xwedî Gelek Şaştiyên Bingehîn û Kêmasiyan e

22/02/2026

BEHDÎNAN – KCK’ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got:”Rapor xwedî…

Hêviyên Heval Viyan Di Dil û Mêjiyê Me De Olan Dide

21/02/2026

Ciwanên Til Temir’ê Peyamek Zelal Dişînin: “Îradeya me ji bo Civakeke Demokratîk e, Biratiya Gelan Nayê Têkbirin”

23/02/2026

QSD’ê Nasnameyên 9 Şehîdan Aşkera Kirin

22/02/2026
NÛÇEYÊN DAWÎ

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê Şehîd Bû Hat Ragihandin

23/02/2026

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026

Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Ya Enqereyê Li Dijî Dorpêçkirin û Êrîşên Li Ser Rojava Daxuyaniyek Belav Kir

23/02/2026
Copyright © 2026 Nûçe Ciwan. Hemû maf parastî ne
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.