Close Menu
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Ewropa
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Çand, Hûner û Spor
    • Enternasyonal
    • Xwendekar
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Bîranîna Sehîd
  • Hemû Nûçe
  • Kurmancî
    • Türkçe
    • Kurmancî
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram
24/02/2026
  • Türkçe
  • Kurmancî
[email protected]
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram TikTok
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
Ser Rûpel»Uncategorized»Başûr»Li Şengalê Roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanê Bi Zarokan Re Hat Pîrozkirin

Li Şengalê Roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanê Bi Zarokan Re Hat Pîrozkirin

21/02/2026
ŞENGAL – Li bajarokê Tilizêr yê Şengalê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi tevlîbûna mamoste û xwendevanan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo zarokan pêşbirkên cuda hatin lidarxistin û îşaret bi girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê hat kirin. Li bajarokê Tilizêr yê Şengalê 21’ê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi pêşengiya mamoste û xwendevanên Saziya Ziman û Perwerdeya Êzîdxanê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Dibistana Şehîd Cîlan ku li navenda bajarokê Tilizêrê ye, bi tevlîbûna mamoste û xwendevanên merasîma zimanê dayikê hate lidarxistin. Xwendevanan di şahiyê de leyîstikên cûr bi cûr leyistîn û daxuyaniyekî kurt ji alî xwendevanan ve hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê xwendevanên Dibistana Zimanê Dayikê ya Şehîd Cîlan, Ayhan Ehmed va hate xwendin wiha ye; “Zimanê dayikê nasnameya mirovane ku ew yekem gotina ku zarok dibihise û fer dibe ye. Em zimanê xwe bizanibin û fêr bibin, emê pêşeroja xwe mezintir bikin. Em wekî zarokên Şengalê dixwazin bi ziman, çand û baweriya xwe perwerde bibinîn. Em roja zimanê dayikê li we hemûyan pîroz dikin” ‘Bİ ZİMANÊ DAYİKA XWE BİXWÎNÎN Û BİNİVÎSİN’ Di şahiyê de mamostayê zimanê dayikê Elî Mûrad axivî û di serî de Roja Zimanê Dayikê li hemû zarok û dayikan pîroz kir û wiha axîvî: “Îro Roja Zimanê Dayikê ye, me wekî mamoste li ser xwe ferz dît ku em ji bo zarokan tr şahiyekî çêbikin. Di hemû ziman û baweriyan da zarok bi zimanê dayika xwe tên perwerdekirin. Em wekî civaka Êzidî ji bo zarokên me ji zimanê xwe dûrnekevin, bi zimanê dayika xwe bixwînin û bînîvîsînin, em xebat dikin. Ji ber ku piştî fermana Êzidiyên ku koçber bûne zarokên wan bi zimanê biyanî dixwînîn. Em dibêjin bila di serî de zarokên Êzidiyan bi zimanê xwe bixwînin û piştra zimanên biyanî fêr bibin.” ‘ZİMANÊ ME NASNAMA ME YE’ Mamoste Cîlan Sîlo jî li ser Roja Zimanê Dayikê nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Îro em Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin. Bila hemû kes, bi zimanê dayikê bixwîne û binivisîne. Kesen ku zimanê xwe ne axivin, çanda wan tune dibe. Me wekî civaka Êzidî 74’ ferman di ser me de hatine, lê heta niha me zimanê xwe parastiye. Lê zarokên ku malbatên wan ji welat koçberbûne û bi zimanê biyanî dixwînin xeteriyek niha li ser wan heye. Em dibêjin zimanê xwe bipeyvin û çanda xwe nas bikin. Ji ber ku zimanê me nasnama me ye.” Di heman demê da xwendevanên dibistanên zimanên dayikê yên li bakurê Çiyayê Şengalê jî li gundê Kersê kom bûn û Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin. Xwendevanan sîrûda Êzidiyan xwendin û dirûşemeyên li ser zimanê dayikê qêriyan.
Parve bike. Facebook Twitter Pinterest Telegram Bluesky Reddit WhatsApp Threads Copy Link
Gotara paşîCiwanên Kurd Li Marsîlyayê Li Vieux Port Standek Vekirin
Gotara pêşî Hêviyên Heval Viyan Di Dil û Mêjiyê Me De Olan Dide

Nivîsên Têkildar

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026 Çalakî

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026 Ciwan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên Bi Vî Rengî Xizmeta Aramiya Iraqê Nakin

23/02/2026 Başûr
YÊN HERÎ ZÊDE HATIN XWENDIN
Daxuyanî

KCK: Rapor Xwedî Gelek Şaştiyên Bingehîn û Kêmasiyan e

22/02/2026

BEHDÎNAN – KCK’ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got:”Rapor xwedî…

Hêviyên Heval Viyan Di Dil û Mêjiyê Me De Olan Dide

21/02/2026

Ciwanên Til Temir’ê Peyamek Zelal Dişînin: “Îradeya me ji bo Civakeke Demokratîk e, Biratiya Gelan Nayê Têkbirin”

23/02/2026

QSD’ê Nasnameyên 9 Şehîdan Aşkera Kirin

22/02/2026
NÛÇEYÊN DAWÎ

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê Şehîd Bû Hat Ragihandin

23/02/2026

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026

Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Ya Enqereyê Li Dijî Dorpêçkirin û Êrîşên Li Ser Rojava Daxuyaniyek Belav Kir

23/02/2026
Copyright © 2026 Nûçe Ciwan. Hemû maf parastî ne
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.