NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekarên li Zanîngehên li Îranê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” xwepêşandanên şermezarkirinê dewam dikin.
Li gor dîmenên li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, xwepêşandanên li Zanîngeha Emîr Kebîr, Zanîngeha Beheşt a Tehranê, Zanîngeha Xwace Emîrî, Zanîngeha Şerîf û Zanîngeha Zehra di roja sêyem de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Mirin ji bo dîkdator” berdewamin.
Di xwepêşandanan de wêneyên xwendekarên ku di dema xwepêşandanên berî niha de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, tên bilindkirin. Lê mîna her carê hêzên rejîmê bi tûndiyê bersiva xwepêşanderan didin.
Ji roja 21’ê Sibatê ve xwendekarên zanîngehan li dijî girtin û qetilkirina xwendekarên ku di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de çêbûne, dest bi xwepêşandanan kirine.

