Close Menu
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Ewropa
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Çand, Hûner û Spor
    • Enternasyonal
    • Xwendekar
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Bîranîna Sehîd
  • Hemû Nûçe
  • Kurmancî
    • Türkçe
    • Kurmancî
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram
24/02/2026
  • Türkçe
  • Kurmancî
[email protected]
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram TikTok
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
Ser Rûpel»Uncategorized»Başûr»Mamoste û Xwendekaran Li Mexmûrê Roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanî Pîroz Kirin

Mamoste û Xwendekaran Li Mexmûrê Roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanî Pîroz Kirin

21/02/2026
MEXMUR – Mamoste û xwendekaran li Mexmûrê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî bi tevlîbûna xwendevan û mamosteyan bi daxuyaniyekê hate pîroz kirin. Beriya daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê xwendevana bi navê Sosin Bayar ve daxuyanî hate xwendin. Sosin Bayar di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku Roja Zimanê Dayîkê li cîhanê cejna hebûnê, dengê nasname û hişyarkirina hestên mirovahiyê ye û wiha got: “Zimanê dayîkê mîna şîrê dayîkê helal û pîroz e. Ew yekemîn awaze ku dikeve guhê zarok û yekemîn roniya ku tarîtiya nezanînê qetandî ye. Dema mirov bi zimanê xwe diaxive, dîroka bav û kalan, êş û janên sedsalan û kenê zarokatiya xwe tîne ziman.” Sosin Bayar di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand li ser girîngiya zimanê dayîkê û wiha domand: “Ziman malbata me ya mezin e. Ger winda bibe, ne tenê rêziman an jî ferhengek winda dibe; rê nîşanderekî gerdunî, şêwazek a dîtina cîhanê û mîrateya hezaran salan winda dibe. Ji ber wê, parastina zimanê dayîkê rûmeta mirovahiyê ye. Her ziman di gulistana cîhana mirovan de gulek cuda ye. Rengê Kurdî bi dengê dengbêjan, bi qêrîna çiyayan û bi nermahiya helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran hatiye neqişandin. Ev ziman, tevî hemû qedexe û bişaftinan jî xwe gihandiye roja îro.” Sosin Bayar di dawiya daxuyaniyê de ji bo parastina zimanê xwe bang li tevayî gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste em jî weke gelê Bangladeş ji bo fermîkirina zimanê xwe li her derê rabin ser piyan, li hemberî dagirkeran dengê xwe bilind bikin û heta bi destxistina azadiyê bimeşin. Bila ev roj bibe sedemê hişyarbûna wijdanan. Bila zarok bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe xewnan bibînin û bi zimanê xwe cîhanê bi guherînin.”
Parve bike. Facebook Twitter Pinterest Telegram Bluesky Reddit WhatsApp Threads Copy Link
Gotara paşîPJAK: Bi Saya Serhildana 22’yê Sibatê Em Hîn Bêhtir Nêzî Azadiyê Bûne
Gotara pêşî Li Hesekê bi Boneya Roja Zimanê Kurdî Meşek Hate Lidarxistin

Nivîsên Têkildar

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026 Çalakî

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026 Ciwan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên Bi Vî Rengî Xizmeta Aramiya Iraqê Nakin

23/02/2026 Başûr
YÊN HERÎ ZÊDE HATIN XWENDIN
Daxuyanî

KCK: Rapor Xwedî Gelek Şaştiyên Bingehîn û Kêmasiyan e

22/02/2026

BEHDÎNAN – KCK’ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got:”Rapor xwedî…

Hêviyên Heval Viyan Di Dil û Mêjiyê Me De Olan Dide

21/02/2026

Ciwanên Til Temir’ê Peyamek Zelal Dişînin: “Îradeya me ji bo Civakeke Demokratîk e, Biratiya Gelan Nayê Têkbirin”

23/02/2026

QSD’ê Nasnameyên 9 Şehîdan Aşkera Kirin

22/02/2026
NÛÇEYÊN DAWÎ

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê Şehîd Bû Hat Ragihandin

23/02/2026

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026

Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Ya Enqereyê Li Dijî Dorpêçkirin û Êrîşên Li Ser Rojava Daxuyaniyek Belav Kir

23/02/2026
Copyright © 2026 Nûçe Ciwan. Hemû maf parastî ne
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.