ENQERE — Meclîsa Ciwanan a HDK ya Enqerê duh li Qada Bazara Huseyingazi li dijî êrîşên li ser Rojava belavok belav kirin.
Di çalakiya li qada bazarê de, belavok li raya giştî hatin belavkirin, bal kişandin ser dorpêç û êrîşên li ser Rojava û banga hevgirtinê kirin. Endamên Meclîsa Ciwanan diyar kirin ku sivîl dibin hedef û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.

