NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Serokatiya PJAK’ê Rîvar Abdanan bal kişand ser xwepêşandanên xwendevanan a li zanîngehan û got: “Xwendekarên zanîngehê yên weke parêzvanên statûya rûmet û azadiya civakê, heq dikin ku piştgiriya wan bê kirin.”
Endamê Konseya Serokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rîvar Abdanan têkildarî çalakiya greve ya xwendekarên zanîngehê dayî destpêkirin ji Aryen TV re axivî.
Abdanan destnîşan kir ku xwendekar ne mirovên serî ditewînin û ne jî teslîm dibinin û got: “Vîna xwe ya azad radestî kes yan jî efendiyên xwe ‘serok’ îlankirine nakin. Xwepêşanada nû ya li zanîngehan destpê kirî, tevî zext û hovîtiya hêzên rejîmê jî da nîşanan ku civaka Îranê wê bibiryardarî gav bi şûn ve neavêjin. Xwendevan bi qîrkirina dirûşmên ras û ber bi pêş ve têkildarî têkoşîna gelan û siberoja Îranê perspektîfek zelal raxist holê. Ev sekina wêrek û şoreşgerî, careke din da nîşandan ku zanîngeh saziyên bingehîn yên parastina rûmet û azadiya civakê ne. Ji ber vê yekê xwendevanên zanîngehê yên statuya parastina rûmet û azadiya civakê ne, heq dikin ku piştgiriya wan bê kirin.”
Endamê Konseya Serokatiya PJAK’ê Rîvar Abdanan wiha domand: “Ev tevgera gelê Îranê ya li welat ku dorfireh dibe, tevî hemû êş û windaiyan jî dewam dike. Di vê pêvajoyê de bihevrebûna zanîngehan ya bi tevgerên civakî yên bilind dibin re roleke girîng lîstiye. Dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ,’Ne Şah ne Serok’, ‘Ne Monarşî ne Rehberlîk’ û ‘Azadî û Wekhevî’ daxwazên herî pêş û rast ên têkoşînê ne. Ev dirûşim tam li hemberî hişmendiya monarşî, paşverû û zayendperestî cih digire. Her çendî alîgirên monarşiyê hewl bidin têkoşîna gelan berovajî jî bikin, zanîngehên Îranê bûne weke spartekeke bihêz ya têkoşîna azadî û demokrasiyê.”

