KOBANÊ – Şehîd Ehmed, di 2’ê Îlonê 2016’an de, dema ku dewleta Tirk dîwarê sînorê di navbera Kobanê û Sûrûc ava kir, weke endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji çalakiyên protesto re pêşengtî kir û bi fîşekên dewleta Tirk re hat şehîd xistin.
Dayika Şehîd Ehmed, qala kesayeta kurê xwe kir û diyar kir ku germbûnekî û hezkirinekî mezin ê wî hebû li beramberî welatê xwe û tevgera Apoyî.

