Close Menu
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Ewropa
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Çand, Hûner û Spor
    • Enternasyonal
    • Xwendekar
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Bîranîna Sehîd
  • Hemû Nûçe
  • Kurmancî
    • Türkçe
    • Kurmancî
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram
24/02/2026
  • Türkçe
  • Kurmancî
[email protected]
X (Twitter) Instagram YouTube Telegram TikTok
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe
Nûçe CiwanNûçe Ciwan
Ser Rûpel»Ciwan»Çalakeva Fîlman Ji Bo Rojava, Bi Pêşengiya Jinên Ciwan Li Berlînê

Şeva Fîlman Ji Bo Rojava, Bi Pêşengiya Jinên Ciwan Li Berlînê

13/02/2026

BERLÎN – Li Berlînê bi pêşengiya TekoJin (Jinên Ciwan ên Têkoşer) û Eco of Ozo ji bo piştgirîkirina Rojava şeva fîlmê hate organîze kirin. Di çalakiyê de ku bi rêxistinbûna ciwan û jinên ciwan hate pêk anîn, fîlma “Tevî her tiştî” hate nîşandan.

Piştî nîşandana fîlmê, panel li ser rewşa nû ya Rojava, rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava de û berpirsiyariya ciwanên diasporayê hate lidarxistin. Di panelê de rojnamevanê serbest Ulrich Weber, nûnerê Kongra Star û ji Jinên Ciwan Berlinê Sara R. wekî axaftvan beşdar bûn.

Jin Hêvî Ava Dikin

Belgesela Robert Krieg têkoşîna jinên li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ku biryarên xwe digirin û jiyana xwe rêxistin dikin, nîşan da. Di şert û mercên şer û wêranbûnê de gund ava kirin, ji bo zarokan perwerde dan, atolyeyên vekirin û li ser bingeha azadî û wekheviyê jiyaneke nû ava kirin; têkoşîna wan di salonê de balkişandinek mezin çêkir. Fîlm portreya nifşeke nû ku strukturên zilamsalarî derbas dike û pêşeroja xwe bi destên xwe ava dike, pêşkêş kir.

Ciwan: Rojava xeta me ya sor e

Di panelê de hate diyarkirin ku domandina têkoşîna Rojava girîngiyeke jiyanî heye. Hat gotin ku modela ku li herêmê tê parastin, di şert û mercên şerê de alternatîfeke jiyana aştiyane û pirrengî pêşkêş dike. Hate diyarkirin ku em wekî jinên ciwan û ciwanan hem li Kurdistanê hem jî li diasporayê berpirsiyariyeke dîrokî hildigirin.

Hat diyarkirin ku ciwanî bi çalakî û xebatên kolanan dengê xwe li dijî êrîşên li ser Rojava bilind dike û hat tekez kirin: “Rojava xeta me ya sor e.” Hate gotin ku Rojava xeta sor a ciwanî ye û dê her tim wisa bimîne.

Yekîtî zêde dibe

Hemû hatinên şevê ji bo Heyva Sor hatin bexş kirin. Di dawiya bernameyê de beşa pirs û bersivê hate lidarxistin û beşdaran balkişandinek mezin nîşan dan, li ser Rojava pirs kirin û bangên piştgirî kirin.

Di dawiya çalakiyê de bang hat kirin ku di 14’ê Sibatê de li Strazburg û Berlînê çalakiyên ku dê pêk bên anîn, beşdar bibin.

Parve bike. Facebook Twitter Pinterest Telegram Bluesky Reddit WhatsApp Threads Copy Link
Gotara paşîCiwanên Kobanê li ser Komployê 15’ê Sibatê civînekî lidarxistin
Gotara pêşî SPOT – Em Heta Dawî Bi Rêber APO’re Ne

Nivîsên Têkildar

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026 Çalakî

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026 Ciwan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên Bi Vî Rengî Xizmeta Aramiya Iraqê Nakin

23/02/2026 Başûr
YÊN HERÎ ZÊDE HATIN XWENDIN
Daxuyanî

KCK: Rapor Xwedî Gelek Şaştiyên Bingehîn û Kêmasiyan e

22/02/2026

BEHDÎNAN – KCK’ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got:”Rapor xwedî…

Hêviyên Heval Viyan Di Dil û Mêjiyê Me De Olan Dide

21/02/2026

Ciwanên Til Temir’ê Peyamek Zelal Dişînin: “Îradeya me ji bo Civakeke Demokratîk e, Biratiya Gelan Nayê Têkbirin”

23/02/2026

QSD’ê Nasnameyên 9 Şehîdan Aşkera Kirin

22/02/2026
NÛÇEYÊN DAWÎ

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê Şehîd Bû Hat Ragihandin

23/02/2026

Li Îranê Çalakiyên Xwendekaran Zêde Dibin: Ne Şah Ne Jî Molla

23/02/2026

Ciwanên Kobanê ji bo Belavkirina Alîkariya Mirovî Kar Dikin

23/02/2026

Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Ya Enqereyê Li Dijî Dorpêçkirin û Êrîşên Li Ser Rojava Daxuyaniyek Belav Kir

23/02/2026
Copyright © 2026 Nûçe Ciwan. Hemû maf parastî ne
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Rojhilat
      • Rojava
      • Başûr
      • Bakur
    • Cîhan
    • Rojhilata Navin
    • Ewrûpa
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Xwendekar
    • Enternasyonal
    • Çand, Hûner û Spor
  • Jinên Ciwan
  • Taybet
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
  • Hemû Nûçe

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.